Li Sîlopiyê tengezarî

Li Sîlopiyê tengezarî

Li Lojmanên Gumrukê yên Taxa Ofîsa Silopiya Şirnexe teqîn pêk hat. Piştî teqînê polîsên ku hatin cihê bûyerê tax dorpêç kirin û li kolanan dest bi lêgerînê kirin. 

Li Lojmanên Gumrukê yên Taxa Ofîsa Silopiya Şirnexe ji ber sedemek ne diyar teqîn pêk hat. Piştî teqînê li hewşa Lojmanên Gumrukê şewat derket. Maşînê îtfaiyê yên Şaredariya Sîlopiyê bi lezgîn hatin mudaxaleyî şewatê kirin û agir vemirandin. Piştre polîsên ku bi maşîneyên zirxî hatin cihê bûyerê tax dorpêç kirin û li kolanan dest bi lêgerînê kirin. Polîsên hatin cilê bûyerê gule berdan hewa û bera çend ciwanan dan. Piştî ku ciwan ji ber polîsan reviyan, polîsan bi maşînê zirxî tax torpêç kirin û li kolanan dest bi lêgerînê kirin.