Li Silopiyê di encama teqîna tankerê de kesek mir
Li Silopiyê di encama teqîna tankerê de kesek mir
Li Silopiyê di encama teqîna tankerê de kesek mir
Li navçeya Silopî ya Şirnexê agir bi tankera petrola xam ket û teqînê rû da. Di teqînê de kesekê jiyana xwe ji dest da û kesek jî birîndar bû.
Li gorî agahiyên ku hatine girtin, dema ku li navçeya Silopiyê tankera vala dihate qeynaxkirin teqînê rû da. Di teqînê de karkerê binavê Hakim Gunduz jiyana xwe ji dest da, ajovanê wesayîtê jî Idrîs Yildirim jî birîndar bû.
Piştî teqînê ambûlans û îtfaye sewqî herêmê hatin kirin, piştî demek kurt agirê pêketibû vemirandin.