Li Silopiyayê di navbera ciwan û polîsan de pevçûn
Li Silopiyayê di navbera ciwan û polîsan de pevçûn
Li Silopiyayê di navbera ciwan û polîsan de pevçûn
Li Silopiyayê endamên YDG-H'ê ji bo Rojhat Ozdel ê ku li Geverê ji aliyê polîsan ve hatibû qetilkirin çalakî li dar xistin.
Li navçeya Silopiya ya Şirnexê endamên YDG-H'ê ji bo qetilkirina Rojhat Ozdel ji aliyê polîsan ve şermezar bikin derketin ser rêya dîrokî ya Îpekê û rê li trafîkê girtin. Piştî ku ciwanan rê girt wesayîtek a polîsan hate cihê bûyerê û bi bombeyên gazê êrîşî ciwanan kir. Li ser êrîşa polîsan ciwanan jî bi kevir, fîşekên hewayî û molotofan bersiv da polîsan. Ji molotofên ku ciwanan diavêtin gelek li wesayîta polîsan ketin û di encamê de wesayîta polîsan kontrola xwe winda kir û qulipî. Piştî ku wesayîta polîsan qulipî agir pêket. Her wiha wesayîtek din a polîsan jî ji ber derberyên molotofan kontrola xwe winda kir û ji wesayîtek sivîl qelibî.
Piştî ku wesayîta polîsan qulipî gelek tîmên taybet wesayît û TOMA'yên polîsan hatin cihê bûyerê, bi ava şid û bombeyên gazê êrîşî li ciwanan kirin. Piştî demekê pevçûnên di navbera ciwan û polîsan de li ser rêya îpekê belav bûn. Polîsên guleyên rastî bikar anîn.
Hate hînbûn ku di encama bûyerên hatine jiyîn de 2 polîs birîndar bûne.
Polîs ku ji taxan vekişiyan, cih bi cih pevçûn didomin.