Li Silêmaniyê ji bo azadiya Ocalan berhevkirina îmzeyan didome
Li Silêmaniyê ji bo azadiya Ocalan berhevkirina îmzeyan didome
Li Silêmaniyê ji bo azadiya Ocalan berhevkirina îmzeyan didome
Li bajarê Silêmaniyê ji bo azadiya Ocalan û girtiyên siyasî berhevkirina îmzeyan bênavber berdewam dike.
Duh danê êvarê li bajarê Silêmaniyê li ber mizgefta navenda bajar standa îmzeyan ji aliyê Rêxistina Jinên Azadîxwaz yên Kurdistanê (RJAK) ve hate danîn û ji bo azadiya Ocalan û girtiyên siyasî îmze hatin komkirin.
Di derbarê xebatên komkirina îmzeyan de jinên endamên RJAK’ê ji ajansa me re axivîn û gotin: “Ji bo hemû cîhanê hatiye diyarkirin rola birêz Abdullah Ocalan a ji aşitî û demokrasî ji lewma em dikarin bêjin ku kes nikare rola birêz Ocalan a ji çareseriya civakek mayinde înkar bike. Lê ji ber ku birêz Ocalan di girtîgehê de ye dê nikaribe rola xwe li gora pêwîst pêk bîne. Ji ber têklîdariya bi birêz Ocalan re zore û ji ber wê yekê pêwîste birêz Ocalan serbest were berdan û rêbazên leşkerî were rizgar kirin, pêwîste bê zanîn ku aramî li Rojhilata Navîn pêk nayê heger pirsgirêka Kurd çareser nebe.”
Di heman demê de RJAK’ê da diyarkirin ku, komkirina yek milyon îmze erka her kurdekiye û pêwîste her kurdekî xwe xwedî wijdan dibîne; were û ji bo rizgarkirina Ocalan û hemû dîlên azadiyê îmze bike.”
Di dawiyê de RJAK’ê bang li tevahiya cîhanê kir û got: “Em wek jinên RJAK’î bang li hemû rêxistinên navnetewî, Saziyên Mafê Mirovan û kesayetên têklîdar ku dengê xwe tevlî dengê me bikin û banga azadiya birêz Ocalan bikin û bi wijdan piştgirî bidin îmzekirinê.”
RJAK’ê bi taybetî banga jinkir û got: “Banga me ji bo tevahiya jin û civaka mirovahiyê ye ku êdî dest bidin ser wijdana xwe, beşdarî û piştgiriya xwe ji bo rizgarkirina mîmar û afrênerê azadiya jin û tevahiya mirovahiyê birêz Abdullha Ocalan nîşan bikin û îmzeyan kom bikin.”