Li Silêmaniyê greva birçîbûnê destpê kir

Li Silêmaniyê greva birçîbûnê destpê kir

Bi armanca piştgiriya bi girtiyên siyasî yên li Rojhilatê Kurdistanê re ku îro 20 roj in li dijî zextên rejîma Îranê di greva birçîbunê de ne, li bajarê Silêmaniyê jî greva birçîbûnê hat destpêkirin.

Piştgiriya ji bo girtiyên siyasî yên li girtîgeha Urmiyeyê her ku diçe zêde dibe. Bi vê armancê îro li bajarê Silêmaniyê bi pêşengiya komîteya Rojhilatê Kurdistanê greva birçîbûnê hat destpêkir. Bi dehan çalakvan tevlî piştgiriya ji bo girtiyan bûn. Li ser armanca çalakiyê nûnera KJAR’ê Sadiye Wekîlî ji Roj Newsê re axivî û da zanîn ku her kes dikare bi şêweyên cuda piştgiriya xwe ji bo girtiyan bîne ziman.

Wekîlî di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Wek em dizanin ev 20 roj in, 29 girtiyên siyasî di zindana Urmiyeyê de dest bi greva birçîbûnê kirine. Rewşa girtiyan her ku diçe xerab dibe. Divê her kes bi şêwazên cuda piştgiriya girtiyên siyasî bikin da ku neyên darvekirin û îşkencekirin. Pêwîst e em daxwaza mafê wan zindaniyan bikin, ji ber ku ew zarokên vî gelî ne û ji bo gel ketine zindanan. Em hemû dizanin ku Îran dixwaze îradeya gelê Kurd bişkêne, lê ti carî nikarin îradeya gelê Kurd bişkîne.”

Sadiye Wekîlî  diyar kir rejîma Îran dixwaze Kurdan bikin qurbaniyên xwe û got ku ew ji bo piştgiriya girtiyên siyasî îro li ber pêşiya nivîsîngeha parlamentoya Herêma Kurdistanê ya Silêmaniyê ji bo 2 rojan dest bi greva birçîbunê dikin.

Piştî ku çalakiya birçîbûnê destpêkir, parlamenterê parlamentoya Herêma Kurdistan Salar Mehmûd hat gel çalakvanan û xêrhatina wan kir. Mehmûd li wê derê axivî û wiha got: “Me herdem piştgiriya xwe ya ji bo van çalakiyên bivî awayî nîşan daye. Em ê daxwazên we bigirin û bigihînin aliyên peywendîdar. Bi taybet bigihîn parlamento û hikûmeta Herêma Kurdistanê. Tişta dikeve ser milê me, emê ji bo we bicih bînin û xêrhatina we dikin.”

Piştre çalakvanan dest bi çalakiya xwe kirin. Çalakvan wê sibe bi daxuyaniyek ya çapemeniyê dawî li çalakiya xwe bînin.