Li Silêmaniyê di xwepêşandanê de 20 ajovan birîndar bûn

Li Silêmaniyê di xwepêşandanê de 20 ajovan birîndar bûn

Li bajarê Silêmaniyê vê sibehê ajovanên ku li ber Şaredariya Silêmaniyê kombûn û biryara dê li ser rêyên xeta Silêmanî, Kerkûk, Seyîdsadiq, Kelar, Kifrî, Helebceya Nû, Derbendîxan û Zerayenê wesayîtên binavê KIA yên 12 rêwiyan digirin kar bikin, protesto kirin hêzên ewlekariyê êrîşî ajovanan kir.

Ajovanên ku li ber Şaredariyê kombûn û daxwazkirin ku ev biryar pêkneyê, ger ev biryar pêkbê ew dê nekarin kar bikin, her wiha dê bê kar bimînin. Li ser israra ajovanan û protesto kirina biryarê di navbera hêzên ewlekarî û ajovanan de pevçûnê rû da. Di pevçûnê de 20 ajovan birîndarbûn û 4 ajovan jî hatin binçavkirin. Ajovanên din jî ji ber deriyê Şaredariyê hatin dûrxistin.