Li Şêxmeqsûd pevçûn: 2 leşker hatin kuştin
Li Şêxmeqsûd pevçûn: 2 leşker hatin kuştin
Li Şêxmeqsûd pevçûn: 2 leşker hatin kuştin
Li taxa Şêxmeqsûd, di nava Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û hêzên rêjîmê de pevçûn rû dan û di encam de 2 leşker hatin kuştin û leşkerek jî birîndar bû.
Navenda Çapemeniyê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi daxuyaniyekê diyar kir ku dema hêzên rêjîma Baas ên li derdora Muduriyeta Çandinê hatine bicih kirin, ji devera El-Ewarid xwestin têkevin taxa Şêxmeqsûd. Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku hewldana leşkerên rejîmê li bexwedana YPG'ê rast hatiye û di encama pevçûna li vê derê de 2 leşker hatin kuştin û yek jî birîndar bûye.
Di dewama daxuyaniyê de hate gotin ku beranberî berxedanba şervanên YPG᾿ê hêzên rêjîmê neçar man paşve vekişin.
Di daxuyaniyê de hate got piştî pevçûnê hêzên rejîmê bi topê hawanê taxê topbaran kiriye.
Daxuyaniya YPG᾿ê da zanîn ku di encama pevçûnan de tİ ziyan ne gihiştiyE şervanên YPG᾿ê û ji ber topbaranê ziyana madî gihiştiye derdorê.