Li Şêxmeqsûd 11 leşkerên Sûriyê hatin kuştin

Li Şêxmeqsûd 11 leşkerên Sûriyê hatin kuştin

 Li Şêxmeqsûd di navbera YPG᾽ê û hêzên rêjîma Sûriyê de pevçûn rû dan. Di pevçûnên ku hîn didomin de 11 leşker hatin kuştin.

Bi daxuyaniyekê Navenda Çapemeniyê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG)  diyar kir ku hêzênên rêjîma Baas îro di saetên sibê de ji herêma Devera El-Ewarid êrîşî taxa Şêxmeqsud kirin û hewl dan têkevin taxê de. Di encama bersivdayina Şervanên YPG'ê de pevçûn bi dijwarî derketin. Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku di pevçûnan de 2 segvan bi giştî 11 leşkerên rêjîma hatine kuştin. Di heman demê de hêzên rêjîma Baas bi tang û hewanan tax topbaran kirin. Pevçûn hîn didomin.

Li Taxa Eşrefiyê jî doh di saetên êvarê de di navber şervanên Lîwai Cebhet El-Ekrad û hêzn rêjîma Baas de pevçûn rû dan û di pevçûnên ku heta setên sibê de dom kir de 3 leşkerên Sûriyê hatin kuştin û 6 birîndar bûn.

Li deverên cûda ji Helebên jî di navbera çekdarên Artêşa Azad û hêzên Rêjîma Baas de pevçûn derketin, her wiha hêzên rêjîam Baas gelek herêmên Helebê topbatran dike.

Li aliyeke din Hêzên Rêjîma Baas taxa Xalidiyê bi çekên Giran topbaran dike û di encamê de ziyana canî û madî çêbû. Her wiha li herêma derdora balafirgeha Koyês ya leşkerî di navberê hêzên rêjîmê û çekdarên muxalefetê de pevçûnên dijwar rûdan û balafirên rêjîmê herêma derdora balafirgehê bombebaran kir.

Pevçûnên li Helebê li herêmên cûda yên bajêr didomin.