Li Şêxan di qezayeke trafîkê de 2 kesan jiyana xwe ji dest da
Li Şêxan di qezayeke trafîkê de 2 kesan jiyana xwe ji dest da
Li Şêxan di qezayeke trafîkê de 2 kesan jiyana xwe ji dest da
Li Başûrê Kurdistanê, li ser rêya di navbera Qesrokê û Etrûşê de di encama qezayeke trafîkê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan û 2 kes jî bi giranî birîndar bûn.
Duh êvarî li ser rêya di navbera qezaya Qesrok û Etrûşê de di encama qezayeke trafîkê de otomobîleke ku 4 kes têde bûn qulipî û ji rê derket di encam de ku 2 jinên di otomobîlê de jiyana xwe ji dest dan û 2 kesên din jî bi giranî birîndar bûn.
Li gorî agahiyên hatine wergirtin gelê herêmê destnîşan dike ku, ji bilî kêmasiyên ajokaran, rêyên navçeyên wan û yên herêmê jî gelekî xera bûne û ew hem ji bo çûnûhatinê hem jî ji bo otomobîlan gelekî dibin asteng.
Her wiha hat gotin ku li vê herêmê di nav hefteyekê de duyemîn bûyer e ku diqewime û di bûyera beriya wê de jî jineke ciwan jiyana xwe ji dest dabû û 3 kesên din jî birîndar bibûn