Li Sêrtê di êrîşa çekdarî de kesekî jiyana xwe ji dest da
Li Sêrtê di êrîşa çekdarî de kesekî jiyana xwe ji dest da
Li Sêrtê di êrîşa çekdarî de kesekî jiyana xwe ji dest da
Li navçeya Sêrt Berwariyê, xwediyê qehwexaneya pêr bi şev i êrîşa çekdarî rast hat û birîndar bû, jiyana xwe ji dest da.
Li navçeya Sêrt Berwariyê, pêr bi şev kes an jî komeke nasname ne diyar bi çekan êrîşî qehwexaneyekê kirin û di encamê de xwedî qehwexaneyê Abdûllah Korkûsûz (26) birîndar bû. Korkûsûz destpêkê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya li Berwarî û dûre birin Nexweşxaneya Dewletê ya li Sêrtê. Korkûsûz li gel hemû hewldanên tibî jiyana xwe ji dest da. Der heqê sedema bûyerê de ti agahî nehatin bi destxistin û der barê wê de lêpirsînê destpê kir.