Li Sêrtê birûskê canê zarokekî stend
Li Sêrtê birûskê canê zarokekî stend
Li Sêrtê birûskê canê zarokekî stend
Li gundê Yaylacik ê ser bi navçeya Sêrt Şêrvanê, ji ber lêdana birûskê zarokê 12 salî Abdulkerîm Saçi jiyana xwe ji dest da, Osman Kiliç jî bi xedarî birîndar bû.
Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, li gundê Yaylacikê Abdulkerîm Saçi û Osman Kiliç gava pezê xwe diçêrandin, birûskê li wan da. Di bûyera piştî nîvro de Abdulkerîm Saçi jiyana xwe ji dest da, Osman Kiliç jî bi giranî birîndar bû. Gundiyan Kiliç rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Sêrtê û li wir tê dermankirin.