Li Sêrtê 3 kes hatin girtin

Li Sêrtê 3 kes hatin girtin

Li Sêrtê 5 welatî bi hinceta tevlî çalakiyên 6-8'ê Cotmehê yên ji bo piştgiriya berxwedana Kobanê bûne, hatibûn binçavkirin, ji wan 3 kes bi hinceta zerar dane avahiya cemaveriyê hatin girtin.

Li Sêrtê bi hinceta tevlî çalakiyên 6-8 Cotmehê de yên ji bo piştgiriya berxwedana Kobanê bûne welatiyê bi navê R.G, M.Z, D.O, F.Ç. û R.G rojek berê hatibûn binçavkirin. Welatî bi hinceta zerar dane avahiya cemaweriyê sewqî edliyeyê hatin kirin.

Piştî dozger îfadeyên welatiyan girt bi daxwaza girtinê sewqî dadgeha nobedar kir. Dadgehê der barê welatiyên bi navê R.G, M.Z.G û D.O biryara girtînê da û F.Ç û R.G jî bi şerta "kontrola edlî" serbest hat berdan.