Li Serêkaniyê Parka Sê Şitl hat vekirin

Li Serêkaniyê Parka Sê Şitl hat vekirin

Li Navçeya Serêkaniyê ya Rihayê, Şaredariya Serêkaniyê ji bo 3 jinên Kurd ên siyasetmedar ku di 9'ê Çileyê de li Parîsê hatin qetilkirin Parka Sê Şitl vekir.

Şaredariya Serêkaniyê ya Rihayê ji bo yek ji Damezrînera PKK’ê Sakine Cansiz, Nûnera KNK'ê Fîdan Dogan û Endama Meclîsa Ciwanan Leyla Şaylemez ku dî 9’ê Çileyê de li Parîsê hatin qetilkirin, li taxa Cumhuriyetê Parka Sê Şitl vekir. Di vekirina parkê de Parlamentera BDP'ê ya Amedê Nursel Aydogan, Parlamenterê BDP'ê yê Riha Îbrahîm Bînîcî, endamên meclîsa BDP'ê, Rêveberên BDP'ê, Şaredarê Serêkaniyê, Wekîlê Şaredarê Wêranşarê, endamên Meclîsa Bajar û şaredariyan, nûnerên saziyên sivîl ên civakî jî di nav de bi hezaran welatî amade bûn. Şaredariyê ku heta niha 7 park vekirine navê Sê Şitl li parkê kir.

Di ketina Parka Sê Şitl (Uç Fîdan) de posterên mezin ên her 3 jinên Kurd ên şoreşger û yê Rêberê Gelê Kurd  Abdullah Ocalan hatin vekirin. Dîsa alên HPG û YPG'ê li parkê hatin vekirin. Di vekirinê de komê meş pêk anî. Bi hezaran kesan dîrûşmayên "Bijî Serok Apo" û "PKK gel e, gel li vir e" qîr kirin. Şaredar Îsmaîl Aslan, diyar kir ku wan li Serêkaniyê siyaseta qirêj û nîjadperest guhert û li şûna wê aştî û biratî ava kir. Aslan, anî ziman ku ew sazûmankarê aştiyê Birêz Ocalan pîroz dike.

Parlamentera Amedê Nursel Aydogan jî ji bo xebatên şaredariyê spasiyên xwe anîn ziman. Aydogan, diyar kir her ku bên wir dê Sakine Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez bi bir bînin.

Piştî merasîm û axaftinan Hunermend Ekremo, Koma Gulê Xerzan, Mehmet Atli û Şoreş stran gotin.