Li Serêkaniyê meşa ji bo azadiya Ocalan

Li Serêkaniyê meşa ji bo azadiya Ocalan

Di çarçoveya kampanya azadiya Ocalan de li Rojavayê Kurdistanê kampanya hatiye destpê kirin. Li Serêkaniyê bi sedan kes ji bo pişgirtiya kampanya azadiya Ocalan meşiyan.

Li Serêkaniyê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan meşa pişgirtiyê hate lidar xistin. Meş bi beşdariya sedan kesî ji ber avahiya Mala Gel a Bajêr ku li ser riya Hesekê ye destpê kir. Di meşê de nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civakî jî cihê xwe girtin. Meşvanan bê navber siloganên dilsoziya bi Ocalan re diqîriyan, her wiha pankartîn ku azadiya Ocalan li ser nivsîbûn vekiribûn.

Meş bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir û li piraniya kolanên bajêr geriyan. Di meşê de bi sedan îmzeye ji bo azadiya Ocalan hatin berhevkirin. Meş li meydana azadî bidawî bû.

Li aliyê din îro saet di 09.00᾿an de kampanya berhevkirina îmzeyan li 10 nevendên Serêkaniyê pêk tê. Navenên ku dê berhevkirina îmzeyan lê were kirin ev in: Parka Şehîd Goran a li ser riya Dirbêsiyê, Navenda Mala Gel a ser riya Hesekê, çerxeriya postê li navenda bazarê, Meclisa taxa Zorava, Meclisa taxa Ronahî, Dibistana Şerqiyê, Dibistana Ebdulrehman Xafiqî, navenda Meclisa Taxa Zerdeşt, Dibistana Xidir Dirêî û Meclisa taxa Meheta.

Komîteya Amadekar a kampanyê diyar kir ku kampanya 3 rojan wê dom bike.