Li Serdeştê şer: 2 cerdevan hatin kuştin
Li Serdeştê şer: 2 cerdevan hatin kuştin
Li Serdeştê şer: 2 cerdevan hatin kuştin
Li bejahiya bajarê Serdeştê, ji ber operasyonê di navbera gerîlayên PJAK'ê û hêzên artêşa Îranê de şer derket û di encamê de 2 cerdevanên artêşa Îranê hatin kuştin.
Koordînasyona Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) der barê mijarê de daxuyaniyek da û diyar kir, ku di 19'ê Gulana sala 2013'an de li bejahiya herêma Candaran a ser bi bajarê Serdeştê, Pasdar û Cerdevanên artêşa Îranê derketine operasyonê.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku ji ebr operasyonê di navbera gerîlan PJAK'ê û hêzên artêşa Îranê de şer derketiye û di encamê de yek jê serkêşekî cerdevanan bi giştî 2 cerdevanên artêşa Îranê hatine kuştin.
Koordînasyon PJAK'ê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser hesasiyeta pêvajoya çareseriyê ya li herêmê rû dide û destnîşan kir, ku pevçûnên bi vî rengî bi kêrî berjewendiyên ti kesî nayên. Di daxuyaniyê de ji aliyan hat xwestin, ku li gorî hesasiyeta pêvajoyê tevbigerin û rê nedin pevçûnên bi vî rengî.