Li ser rêya Heleb-Efrînê 700 Kurd hatin revandin

Li ser rêya Heleb-Efrînê 700 Kurd hatin revandin

Çekdarên Artêşa Azad li ser riya bajarê Heleb û Efrînê zêdetir ji 700 welatiyên sivîl ên Kurd revandin, her wiha hejmarek wesayît desteser kirin.

Çavkaniyekî nêzî Artêşa Azad ji ANHA’yê re ragihand ku komên çekdar ên girêdayî Artêşa Azad zêdetir ji 700 welatiyên sivîl ên Kurd li ser riya bajarê Heleb û Efrînê revandin. Her wiha hejmarek ji wesayîtên veguhastina baran li bajaroka Dartize destserkirin. Heman çavkanî destnîşan kir ku welatiyên hatine revandin niha li bajaroka Marêi ya Helebê ku di bin kontrola  Tugaya El-Tewhîd hatine veşartin.

Li gorî çavkaniya da zanîn ku welatî rastî îşkenceyan tên û rewşa wan a tenduristî pir xerap e, ji ber ku hemû kesên hatine girtin di jêrzemînekê (Qebû) de ne û demeke dirêj av û nan ji ser wan hate qutkirin.

Li aliyekî din hate gotin ku komên çekdar gelek bazirganên ku sotemeniyî vedugihêzin herêma Efrînê girtin û riya bazirganiyê li ber kurda girtine û tenê mirovên ereb dikarin bazirganiyê bikin.

Li aliyekî din ajokerkî kurd da xuyakirin ku du otobusên wî yên ku ji Lubnanê dihatin Efrîn tevî rêwiyan li Dartizê hatin girtin. Her wiha 6 kemyonên ku deboyên benzînê li ser bûn jî li Daritîza ji aliyê komên çekdar ve hatine revandin.