Li ser pêşnûmeya peymana li şûna Protokola Kyoto li hev hat kirin

Li ser pêşnûmeya peymana avhewayê ya navneteweyî ku, tedbîrên ji bo têkoşîna li dijî guhertina avhewa û germahiya global a piştî sala 2020'î cih digirin, li hev hat kirin.

Li ser pêşnûmeya peymana avhewayê ya navneteweyî ku, tedbîrên ji bo têkoşîna li dijî guhertina avhewa û germahiya global a piştî sala 2020'î cih digirin, li hev hat kirin. Pêşnûmeya vê peymanê ku dikeve şûna Protokola Kyoto, wê di meha Hezîranê de li Bonnê ji bo cara dawî muzakere li ser bê kirin û piştre pêşkêşî Civîna Bilind a Avhewayê ya NY li Parîsê bê kirin.

Di dawiya muzakereyên bi beşdariya 190 welatên ji 193 endamên Neteweyên Yekbûyî (NY) yên li bajarê Swîsre Cenevreyê de, li ser pêşnûmeya peymaneke nû ya dikeve şûna Protokola Kyoto li hev hat kirin. Bi pêşnûmeya ku wê di meha Kanûnê de li paytexta Fransa Parîsê di civîna bilind de li ser nîqaş bê kirin û tê payîn bê erêkirin re, tê xwestin ku pêşî li guhertina avhewayê ya rê li ber nîqaşên ji senaryoyên tirsnak vedike, were girtin.

Pêşnûmeya peymana nû ku di encama muzakereyên hefteyekê li ser hat lihevkirin, hînê jî ji aliyê welatên endamên NY ve bi têrkerî rast nayê fêmkirin. Di pêşnûmeyê de mijarên ji berprisyariyên hiqûqî yên welatên endam û rê û rêbazên kontrolkirina bicihanîna van berpirsyaran, zelal nebûn.

Lêçûnên têkoşîna li hemberî guhertina avhewayê jî, wê di civîna bilind a li Parîsê de bên diyarkirin ku ji aliyê kîjan welatan ve bi çi rengî werin fînansekirin.

Ev pêşnûmeya peymana ku wê li şûna Protokola Kyoto di sala 2020'î de bikeve meriyetê, di hefteya bihurî de 40 rûpel bû, lê duh gihaşt 86 rûpelî. Di pêşnûmeyê de yekemcar ji bo kategoriya 'welatên bi pêş dikevin' ku Çîn, Brezîlya, Başûrê Afrîka, Hîndîstan û Tirkiye jî di nav de hene, hedefên zelal ên avhewayê hatin diyarkirin.

Pêşnûme wê di meha Hezîranê de di civîna bilind a navberê ya li bajarê Elmanya Bonnê de were nîqaşkirin û pêşkêşî civîna bilin a avhewayê ya li Parîsê were kirin.