Li ser çiyayê Tendurekê tevgera helîkopteran
Li ser çiyayê Tendurekê tevgera helîkopteran
Li ser çiyayê Tendurekê tevgera helîkopteran
Li çiyayê Tendurekê yê Agirî ku tevgera leşkerî berdewam dike, gelek helîkopterên kobra li ser qontarên çiyê û nêzî derdorê gundên Rahmankulu firiyan.
Rojên borî li Çiyayê Tendurekê yê Agiriyê leşkerên girêdayî Fermandariya Boluka Cendirmeyan a Giyadinê gelek wesayît veguhestin herêma operasyonê. Piştî ku leşker veguhestin herêma Çiyayê Tendurekê, 2 helîkopterên kobra yên şer çûn herêmê û li ser çiyayê Tendurekê û gundê Rahmakulu bi nizmî firiyan.
Welatiyên Gundê Rahmakulu bertek nîşanî liv û tevgera leşkeran dan diyar kirin ku, di vê pêvajoya ku HPG vedikişe leşker li herêmê bi cih dibin û gel sor dikin. Welatiyan anîn ziman ku, ev tevgera leşkerî wan dixe nava fikaran.