Li Seqizê welatiyek Kurd hate girtin

Li Seqizê welatiyek Kurd hate girtin

Li bajarê Seqizê welatiyê Kurd ji aliyê hêzên rejima Îranê ve hate girtin û 4 sal cezayê girtîgehê lê birîn.

Li gorî ajansa nûçeyan Kurdpa’yê li bajarê Seqiz yê Rojhilatê Kurdistanê welatiyê Kurd yê binavê Irfan Mecîdî ji aliyê hêzên rejima Îranê ve hate girtin û 4 sal cezayê girtîgehê lê birîn. Mecîdî piştî cezayê girtîgehê lê hate birîn birin girtîgeha bajarê Seqizê.

Di nûçeyê de hate diyarkirin ku, welatiyê Kurd yê binavê Irfan Mecîdî bi alîkarî dayîna partiyek ya Kurdistanî tê tewanbarkirin û cezayê 4 salan yê girtîgehê lê birîn. Hate ragihandin ku Mecîdî di Tîrmeha sala 2012’an de ji aliyê hêza Îttlatî ya Komara Îslamî ya Îranê ve li bajarê Seqizê hatibû girtin û bi dayîna 20 milyon tumenî serbest hatibû berdan.