Li Şemzînanê 2 jê cerdevan 3 kes winda ne

Li Şemzînanê 2 jê cerdevan 3 kes winda ne

Li bajaroka Rûbarokê ya Şemzînanê ji 3 kesên ku ji wan 2 cerdevanin agahî nayê girtin.

Li gorî agahiyan, kesên bi navê Şîmet Uysal û Yilmaz Şîrîn ên cerdevan û Zebîh Ertaş ên li Rûbaroka Şemzînan dijîn 3 roj berê ji bo pancar kom bikin, çûn Çiyayê Govendê. Piştî Uysal, Şîrîn û Ertaş venegeriyan gund xizmên wan dest bi lêgerînê kirin û piştî tu encam negirtin agahî dan leşkeran. Leşkeran li herêmê xebatên lêgerînê dan destpêkirin.

Hate ragihandin ku, xebatên lêgerînê berdewam dikin