Li Şamê sînyala komploya navneteweyî hat dayin

Li Şamê sînyala komploya navneteweyî hat dayin

Di 6’ê gulanê sala 1996’an de li paytexta Sûriyeyê ya Şamê bi kamyonek teqemenî li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan êrîşek pêk hat. 

Di 17’emîn salvegera êrîşê de fermandarê HPG’ê Serhat Erzirom ku wê demê bûbû şahidê bûyerê diyar kir ku ev komplo di qada navneteweyî de komploya yekem bû û wiha axivî: “Wê demê PKK amedekariya konferansê dikir û ev êrîş jî nêzê cihê ku konferans pêk bihata pêk hat. Di nava 8 kesên ku komployê pêk anîn de 3 kes tirk bûn. Di komploya yekem de tenê tirkan cih nedigir.  Kesên ku di komploya 6’ê  gulanê de cih girtin, di komploya 15’ê Sibatê de jî cihê xwe girtin.”

Erzirom da zanîn ku ji bo ew komplo pêk bê amedekariya wê hatibû kirin  û destnîşan kir wê demê ji Necmettîn Erbakan û Tansu Çîler koalîsyona hikûmetê  pêk dihat û wiha got: “Di sala 1995’an de di navbera Rêber Apo û Erbakan de hevdîtin pêk dihat.  Kesên ku xwestin pêvajoya wê demê sabote bikin amedekariya xebatên komployê dikirin. Ev jî dide xûyakirin ku beriya 1995’an amedekariya komployê hatiye kirine.”

Erzirom anî ziman ku bijartina 6 gulanê teseduf nîne û wiha berdewam kir: “Wekî ku hûn jî dizanin Denîz Gezmîş, Huseyîn Înan û Yusuf Aslan di 6 gulana 1972’an de hatin îdamkirin. Di 6’ê gulanê de di şexsê Denîzan de biratiya gelan  û demokrasiyê birin  ber îdamê. Her wiha heman tişt di şexsê Rêber Apo de jî biratiya gelan û tunekirina kurdan dixwestin. Ligel vê yekê tevgera me bi hêzek mezin ji nava vê rewşê derketiye. Lê dewlet vê yekê fêm kiriye û her tim bi komployan xwestiye me têk bibe. Lê çi dibe bila bibe êdî tevgera kurd hatiye merheleyek ku tu hêz nikare wê têk bibe.”