Li Rojnamevan Hamdiye Çîftçî salek cezayê girtîgehê
Li Rojnamevan Hamdiye Çîftçî salek cezayê girtîgehê
Li Rojnamevan Hamdiye Çîftçî salek cezayê girtîgehê
5. Dadgeha Cezayê Giran a Wanê, bi sedema ku li ser dijwariya polîsan a li hemberî Cuneyt Ertûş ê 14 salî nûçe weşandiye, salek cezayê girtîgehê da rojnamevan Hamdiye Çîftçî.
Di gilînameya ji aliyê Dozgerê Komarê yê bi Wezîfeya Taybet Mehmet Alî Canavci de hat îdîa kirin ku tevî di çar raporên doktoran de hatiye tesbîtkirin milê Ertûş ne şikiyaye, Çîftçî nivîsandiye ku milê Ertûş şikiyaye, bi vî rengî nûçeya "derew" çêkiriye û weşandiye û propaganda PKK'ê kiriye.
5. Dadgeha Cezayê Giran a Wanê jî di çarçoveya Qanûna Têkoşîna li dijî Terorê de, bi îdîaya ku nasnameya wezîfedarê dewletê bi rêya çapemeniyê eşkere kiriye, salek cezayê girtîgehê da Çîftçî.
Rojnamevan Hamdiye Çîftçî jî da xuyakirin ku ew vî cezayî heq nake, lewma îtiraz kir. Çîftçî ragihand ku wê serî li 6. Dadgeha Cezayê Giran a Wanê daye û got, "Biryara dadgehê li dijî ûsil û qanûnê ye. Tişta ji min re weke sûç dibînin, êdî ne sûcin. Di pakêtên dadgeriyê yên 3. û 4. yên dema dawî de, di vî warî de guhertinên erênî hatine kirin."