Li Rimêlan 6'emîn dewreya Asayîşê bi dawî bû

Li Rimêlan 6'emîn dewreya Asayîşê bi dawî bû

Akademiya Asayişê ya Rimêlan dewreya 6'emîn ku 50 ji hemû herêmên Cizîrê endam tê de cih girtibû bi merasimekê bi dawî bû. Serokê hevbeş yê Meclîsa Gel a Rojava Ebdilselam Ehmed, Endama Desteya Bilind a Kurd Îlham Ehmed û malbatên endamê Asayîşê di merasimê de beşdar bûn.

Merasim bi deqîqeyeke rêzgirtinê destpê kir, piştre Endama Desteya Bilind a Kurd Îlham Ehmed di derbarê rola hêzên Asayîşê û girîngiya perwerdê de axivî Ehmed diyar kir ku, hemû destkeftiyên gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê cihê rêzê ne, her wiha destnîşan kir ku dewreyên perwerdê ji bo avakirina endamên Asayîşê yên bîrewer û pêkhatî tên lidar xistin.

Di derbarê rola Asayîşê de Ehmed wiha berdewam kir: "Ji bo bicihkirina demokrasî û azadiyê li Rojavayê Kurdistanê pêwistî bi asayîşeke pêkhatî heye, ji ber vê heta roja îro şeş dewreyên Asayîşê bi dawî bûne." Ehmed di axaftina xwe de wiha pê de çû: "Sîstema ku li rojava tê avakirin a netewa demokratîke, di vê sîstemê de gel xwe bi xwe birêve dibe."

Piştî endaman sond xwar, bawername li wan hatine belav kirin.

Di dewreya 6’emîn a Asayîşê de 15 jin hebûn bi giştî 50 endam di 20 rojan de di perwerdeya leşkerî, bikaranîna çekan, dîroka Kurdistanê ders dîtin.

Ji Akademiya Asayîşê heta niha 6 dewreyên perwerdê bi beşdariya 423 endaman bi dawî bûne.