Li Rihayê bi hezaran gotin 'Hikûmet gav biavêje'

Li Rihayê bi hezaran gotin 'Hikûmet gav biavêje'

Li pênc navçeyên Riha bi hezaran Kurdistanî ku derketin qadan gotin, "Hikûmet gav biavêje'. Kurdistaniyan bi dirûşmayan azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwestin, bi  daxuyaniyên hatin dayîn daxwazên gelê Kurd hatin birêzkirin.

PÎRSÛS

Kurdistaniyên ku li ber avahiya BDP’ê ya navçeyê kom bûn ber bi Qada Cumhuriyetê ve meşiyan. Li ser navê bi sedan kesan ku di nav wan de Parlamentera BDP’ê ya Amedê Nursel Aydogan û Hevserokê Bajêr ê BDP’ê Xalit Yildiztekîn jî hebûn, Serokê Rêxistina Navçeyê yê BDP’ê Salih Şahîn daxuyanî da. Piştî daxuyaniyê Parlamenter Aydogan jî ku nirxandina pêvajoyê kir got ku tevî her tiştî wê aştî bê van xakan.

BÊRECÛK

Girseyeke qelebalix ku di nav wan de Parlamenterê Riha yê BDP’ê  Îbrahîm Bînîcî û Endamê Meclîsa Partiyê Adnan Etlî jî hebûn, ji ber avahiya navçeyê ya BDP’ê heta Heykel bi dirûşmayan meşiyan. Li Qada Heykel li ser navê girseyê Serokê Rêxistina Bajêr ê BDP’ê  Ahmet Kiliç daxuyanî da. Bînîcî jî di axaftina xwe de da xuyakirin ku wê li ser esasê aştiyê têkoşîna xwe berdewam bikin.

XELFETÎ

Di nav bi sedan kesên ku li ber avahiya BDP’ê ya Xelfetî kom bûn, birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan, Şaredarê Xelfetî Mahmut Ozdemîr û Şaredarê  Yukari Goklu Bazo Yilmaz hebûn. Girse ji wir heta Qada 4’ê Nîsanê bi dirûşmayan meşiyan. Li qadê Serokê Rêxistina Navçeyê yê BDP’ê Mustafa Bayram daxuyanî da. Û daxwazên hevpar ên gelê Kurd anî ziman.

HÎLWAN

Li Hîlwanê jî bi sedan Kurdistanî li ber avahiya navçeyê ya BDP’ê kom bûn û Parlamenter Nursel Aydogan li wir jî bi girseyê re bû. Daxuyaniya li Hîlwanê ji aliyê Mehmet Alî Sutpak Serokê Rêxistina BDP’ê yê Navçeyê ve hat  dayînn. Girseyê daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir.