Li Rihayê bênavber tevgera hewayî heye

Li Rihayê bênavber tevgera hewayî heye

Li Rihayê ji şevê din ve bênavber tevgera hewayî didome.

Ji dema ku li Kobanê şer û pevçûnan dewam destpê kiriye, tevgera hewayî li Rihayê heye. Helîkopterên leşkerî yên ji Fermandariya Tugaya Zirxî ya 20. radibin, bi taybet li eniyên rojava û rojhilat ên bajêr keşfan pêk tînin. Lê belê ji şevê din ve li bajêr tevgera hewayî zêde bûye.

Gerên keşfê yên beriya ku yekîneyên pêşmergeyan li Balafirgeha GAP’ê dakevin destpê kirin, tevahiya şevê dewam kirin. Tevgera hewayî îro jî bi heman rengî dewam kir.