Li Riha ji bo 4 Kobaniyan daxwaza girtinê

Li Riha ji bo 4 Kobaniyan daxwaza girtinê

Ji Kobaniyên birîndar ên li mala tedawî didîtin hatin binçavkirin, yek jê zarok 5 kes, piştî îfadeya li dozgeriyê hatin berdan. Xwediyê malê û 4 birîndar jî bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin.

Pêr di serdegirtina mala ku 6 Kobaniyên di berxwedana Kobanê de birîndar bûne lê tên tedawîkirin 10 kes hatibûn binçavkirin. 48 saet ku li ser binçavkirinê re derbas bû, kesên binçavkirî sewqî Edliyeya Riha hatin kirin. Yek jê zarok, 3 kesên ji birîndaran re refaqat dikirin û 2 birîndar hatin berdan: Xwediyê malê Mustafa Çîçek û 4 birîndar jî bi hinceta, “endamê rêxistina derveyî qanûnî ya çekdarî” ne bi daxwaza girtinê sewqî dadgeha nobedar hatin kirin.