Li Rezanê ciwanan nasname kontrol kirin

Li Rezanê ciwanan nasname kontrol kirin

Li navçeya Rezan a Amedê ciwanên ku Cadeya Gursel li çûnûhatinê girtin nasname kontrol kirin. Hat ragihandin ku li semta Fîskaya jî bombeya bi destan hatiye çêkirin, avêtine wesayîtên zirxî yên polîsan.

Ciwanên li navçeya Rezan a Amedê Cadeya Gursel li çûnûhatinê girtin, nasname kontrol kirin. Ciwanên ku nêzî 30 wesayît rawestandin û nasname kontrol kirin paşê rê li çûnûhatinê vekirin. Piştî ciwan li kolanan belav bûn, polîsên hatin herêmê li vir demekê lêgerîn kirin.

Her wiha hat diyarkirin ku li semta Fîskaya ya navçeya Yenîşehîr jî bombeya bi destan hatiye çêkirin avêtine TOMA û wesayîtên zirxî yên her roj li wir tên rawestandin.