Li Qersê Komisyona Aqilmendan daxwazên gel guhdar kirin
Li Qersê Komisyona Aqilmendan daxwazên gel guhdar kirin
Li Qersê Komisyona Aqilmendan daxwazên gel guhdar kirin
Komîsyona Aqilmendan ya Herêma “Rojhilata Anatoliyê” ziyareta xwe ya herêmê berdewam dikin. Heyetê li Qersê bi saziyên sivîl ên civakî û gel re civîn pêk anîn. Di civînan de rapora ku hat xwestin Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan serbest bê berdan pêşkêşî heyetê hat kirin
Komîsyona Aqilmendan a Herêma “Rojhilata Anatolyayê” gera xwe ya li herêmê berdewam dike. Komîsyonê piştî li Îdirê civin pêk anî derbasî Qersê bû. Heyetê despêkê li navçeya Dîogara Qersê welatî û esnaf silav kirin û derbasî Bajaroka Pazarcixê bû. Heyet li Bazarcixê bi def û zurneyan hat pêşwazîkirin.
Gelê Bazarcixê ji heyetê re got: "Bila her kes zanibe gelê Kurd ji aştiyê re amade ye. Ji bo aştiyê amade ye her tiştî bike. Vê yekê ji dewletê, hikûmetê û her kesî re bêjin." Heyet piştre derbazî Qersê bû. Heyetê li Salona Konferansê ya Otela Sim-Erê bi saziyên sivîl ên civakî re civîn pêk anî. Di civînê de Serokê Giştî yê Hak-Îş'ê Mahmut Arslan diyar kir ku, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Erdogan destûr nedan ku welat perçe bibe û wiha got: "Pêvajoya aştiyê pir zehmet û zore. Demê û sebrê dixwaze. Pirsên 'ma em perçe dibin' ji me tê pirsîn. Raste li Wan û Colemêrgê qetinêk hebû. Lê birêz Ocalan û Erdogan ev yek asteng kirin. Li şûna perçe bike pêvajo ber bi yekîtî û yekbûnê ve birin. Em bang li kesên dibêjin pirsgirêka Kurd tune dikin û dibêjin dest ji van gotinan berdin. Bila Kurd bi xwe biryara xwe bidin. Destpêkê digotin kurd tune ne, zimanê kurdan tuneye. Lê niha Kurd hene û zimanê wan jî heye. Her kesî ev rastiya qebûl kir. Êdî her kes mafê 70 milyon welatî yê wekhevî û edaletê dixwazin."
Serokê Heyetê Can Paker jî anî ziman ku, gel tu carî perçekirina welat nexwestiye û her tim leşker û burokratan perçekirin xwestiye. Peker anî ziman ku, li Tirkiyeyê gel ne alîgirê perçekirinê ye û wiha got: "Kurdan qet perçekirina Tirkiyeyê nexwestiye. Yên perçekirin xwestine burokrat û leşkerin. Divê berî her tiştî em mejiyê burokrat û leşkeran paqij bikin.
Di civînê de deklerasyona ku Serokê Partiya Gelan a Demokratîk (HDP) a Qersê Ayhan Gezîcî, Serokê Şaxa Genel-Îşê ya Qersê Mesut Ozer, Serokê Tum Bel-Sen'ê yê Qersê Vedat Doganay, Nûnerê BES'e yê Qersê Înan Ercan, Nûnerê ÎHD'ê yê Qersê Onur Gundogdu, Serokê Şaxa Egîtîm Senê Çetin Koçîgît, Serokê Astengdarên Gul û Çavan ê Serhedê Habip Sincar, Nûnerê HDK'ê yê Qersê Ekrem Savci, Nûnerê Orkam-Sen'ê yê Qersê Ekrem Bingol û Komeleya Şoreşgerên 78'an a Qersê Celalettin Îlyan îmze kiribûn pêşkêşî heyetê kirin. Di deklereasyonê de xwest bêyî ku cudahiyê têxin nava ziman, nasname, çand, bawerî, mezhep û zayendê û hemû rastiya civakê qebûl bike û makeqanûna nû ava bikin.
Saziyên sivîl ên civakî daxwazên xwe wiha rêz kirin:
* Divê di pênaseya welatîbûnê de hemû nasname, ziman, çand, bawerî û rengên civakên Tirkiyeyê bên nasîn û parastin.
* Divê mafê gelan ên demokratîk, çand, bên parastin û pêşxistin. Divê makeqanûna demokratîk û azad dike bê avakirin.
* Divê mafê perwerdehiya zimanê zikmakî bê nasîn û hemû astengiyên li pêş ziman bên rakirin. Divê perwerdehiya ziman wekî mafekî bingehîn bê qebûlkirin. Divê hemû xebat û xizmetên bi ziman bên serbestkirin.
* Di vê pêvajoya aştiyê de divê aliyê pêvajoyê birêz Abdullah Ocalan jî di navde hemû siyasî bê şert bên berdan.
* Divê pergala cerdevaniyê bi dawî bibe.
* Divê benda hilbijartinê ya ji sedî 10 bê rakirin.
* Divê rayeya meclîsên şaredariyan û bajaran firehtir bibe.
* Divê êdî perwerdehî ji destê bîrdoziya dewletê derkeve û têkeve xizmeta civakê.
* Divê dersên olî yên bi zorê bên rakirin û her kes azad îbadeta xwe bike.
* Divê wekheviya jin û mêr bê pêşxistin. Divê hemû astengiyên ku di qada civakî, siyasî, aborî û çandî de li pêş jinê dibin asteng bên rakirin.
* Divê wekheviya hatinê bi awayekî adîl bê pêşxistin.
* Divê hesabê darbeya leşkerî ya 12'ê Îlonê bê pirsîn.
* Divê pergala taşeroniyê bi dawî bibe.
* Divê êdî çavkaniyên welat pêşkêşî sermayedaran neyê kirin.
* Divê hemû astengiyên li pêş azadiya ramanê, rêxistinkirinê û demokrasiyê bên rakirin.
* Divê qada azadiya mirovan bê parastin.
* Divê zextên li ser mafê sendîkayî bi dawî bibin.
* Divê berjewendiyên gel li ber çavan bên girtin, parastina ekolojiyê bê kirin û destûr neyê dayîn ku santrolên hidroelektrik, termik û nukleeran bên avakirin.