Li Qersê êrîşên nijadperest hatin şermezarkirin
Li Qersê êrîşên nijadperest hatin şermezarkirin
Li Qersê êrîşên nijadperest hatin şermezarkirin
Endamên Komeleya Xwendekarên Welatparêz ên Zanîngeha Kafkasê xwestin ku xwendekarên piştî bûyerên li Zanîngeha Kafkasê ya Qersê hatin binçavkirin serbest bên berdan û êrîş şermezar kirin.
Piştî xwendekarên ulkucu yên Zanîngeha Kafkasê êrîş li xwendekarên demokrat kirin bûyeran dest pê kir û piştî bûyeran polîsan bi ser Komeleya Xwendekarên Welatparêz ên Zanîngeha Kafkasê (KA-YODER) girt û 20 xwendekar binçavkirin. Xwendekaran têkildarî binçavkirina de daxuyanî da çapemeniyê.
Li ser navê xwendekaran Adîl Bozkurt daxuyanî xwend û êrîşa li BDP'ê hate kirin bibîrxist. Bozkurt, bal kişand ser provokasyonên di demên dawî de pêk tên û wiha got: "Em ji bo pêvajo provoke nebe ya ji dest me tê em dikin û nerim nêzîk dibin. Lê hinek bi piştgiriya polîsan vê helwesta me ya baş têk dibin. Em li vir careke din bang li nijadperestan dikin. Niyeta me ya baş têk nebin. Ciwanên welatparêzê dê hemû qadan bigirin û bersiva pêvîst bibin. Em dixwazin hevalên me yên hatin binçavkirin serbest bên berdan."
Piştî daxuyaniyê xwendekaran bi sloganan dest bi meşê kir û ber bi zanîngehê ve çûn.