Li Qersê 20 xwendekar hatin binçavkirin

Li Qersê 20 xwendekar hatin binçavkirin

Li Zanîngeha Kafkas ya Qersê duh piştî xwendekarên faşist êrîşî xwendekarên demokrat kirin, polîsan di ser Komeleya Xwendekarên Welatparêz (KA-YODER) yên Zanîngeha Kafkasê de girt. Di serdegirtinê de nêzî 20 xwendekar hatin binçavkirin. Weke din jî hate hînbûn ku, şeva din komek ya faşist êrîşî Avahiya BDP’a Qersê kir.

Ji ber sedema bûyerên duh li Zanîngeha Kafkasê rûdan, polîsan di demjimêrên şevê de il ser avahiya KA-YODER’ê de girt. Di serdegirtinê de nêzî 20 xwendekar hatin binçavkirin. Piştî serdegirtinê hate ragihandin ku, komek ya ulkucuyan li derdora demjimêr 02.00’an de bi keviran êrîşî Avahiya BDP’a Qersê kirin. Di êrîşê de cam û deriyên avahiyê hatin şikandin û hate hînbûn ku di bin çavdêriya polîsan slogan avêtin û belav bûn. Hate ragihandin ku, ji ber sedema êrîşê dê BDP’a Qersê di demjimêr 12:00’an de daxuyaniyekê bide çapemeniyê.