Li Qereyaziyê 9 kes hatin girtin

Li Qereyaziyê 9 kes hatin girtin

Li navçeya Qereyazi ya Erziromê 9 kesên ku di serdegirtinên di saetên sibê de ji aliyê polîsan ve li dijî malan pêk hat de hatin binçavkirin, bi biryara dadgehê hatin girtin. Li navçeya Xîzan a Bedlîsê jî 5 j zarok 7 kesên hatin binçavkirin şandin edliyeyê.

Polîsên Tirk li navçeya Qereyazi ya Erziromê bi ser malan de girt û di encamê de 9 kes binçav kirin. Piştî îfadeya kesên bi navê Emrir Aslan, Îbrahîm Ozmen, Sedat Ateş, Ayhan Gur, Abdullah Ateş, Erhan Karakaya, Turgay Kamış, Metin Goçmen  û Huseyin Ateş li dozgeriyê hate wergirtin, bi daxwaza girtinê veguhestin dadgehê. 9 kesên hatin girtin, şandin girtîgehê.

Her wiha, li navçeya Hîzana Bedlîsê polîsan bi ser malan de girtin û di encamê de 14 kes binçav kirin. Ji van 7 kes veguhestin Edliyeya Bedlîsê. Hat ragihandin ku di nava kesên hatine binçavkirin kesek 10 salî jî heye.