Li Qendîl şehîdên 9’ê Gulanê hatin bibîranîn
Li Qendîl şehîdên 9’ê Gulanê hatin bibîranîn
Li Qendîl şehîdên 9’ê Gulanê hatin bibîranîn
Bi merasimekî girseyî li Qadên Parastina Medyayê şehîdên 9’ê Gulanê hatin bibîranîn. Di merasima bîranînê de endamê Koordînasyona PJAK’ê Rêzan Cawît axivî û got; “Dewleta Îrane bi êrîşekî hovane xwest ku îradeya gelê Kurd ya li Rojhilatê Kurdistanê çêbûye bişkêne. Lê belê bi berxwedana hevalên me yên nemir ev siyaseta rejimê hate şikandin.”
Endamên Koordinasyonê PJAK Rêzan Cawît û Delîl Dilpêt , Endama rêveberiya YJRK Evîndar Rêns, endama rêveberiya YJRK Cîhan Çiya, û fermandarê HRK Şoreş Bokan beşdarî merasîmen bûne.
Di merasîmê de endamê koordinasyona PJAK Rêzan Cawît axivî û wiha got. “Îro roja şahadeta lehengên qehraman, 4 berxwedevanên azadîxwazên gelê Kurd Ferzad, Kemanger, Şirîn Elemhûlî, Ferhat Wekîli û Elî Heyderiyane. 9 gulana sala 2010 di zîndana Evîn ya Tehranê de Rejîma Komara Îslamî ya ÎranÊ bi destên celadên rejîmê, bi şêwazekî pir hovane hevalên me hatin darvekirin û gihiştin astî herî bilind ê şahadetê û qehremantiyê.”
Cawît da zanîn ku, “Ew heval di her qadên têkoşînê de pêşengên vê tevgerê bûn. Evan hevalan bi qehramaniyek mezin kar û xebatên xwe serxistin. Di zîndana Komra sêdarê de berxwdanekî dîrokî pêşxistin. Dewleta Îranê bi êrîşekî hovane xwest ku îrada gelê Kurd ya li Rojhilatê Kurdistanê çêbûye bi êrişên xwe yên sala 2010 bi temamî vala derxîne. Herwiha xwest ku bi êrîşên 2010’ê 1’mîn Konferansa PJAK’ê li qadên gêrîla bi şêwazekî siyasî vala derxîne. Lê hevalên me yên nemir bi berxwedaniya xwe û sekne nîşandan wan siyasetên rejîmê bi temamî vala derxistin.
Rezan Cawît di axaftina xwe de balkişand ser şehîdên yekê Gulan û wiha got: “Di 1 Gulanê de hevalên me yên qehraman ên ragihandinê Heval Raman, heval Hêrîş, heval Argeş, Firat û Wedat Armanc şehîd ketin. Sala 2008’an de hevalên me yên ku derbazî qada kelareş dibûn bi encama plangeriya hêzên rejîmê hatin şehîd xistin. Heval bawer, heval Nalînan pêşengên wan rêbaza bûn. Dîsa di herêmên Dalaho da hevalên me yên qehraman heval Şahîn, Xoşmêr û hevala Zozan, hevala Nûpel di wê qadê de bi qehremantî dîsa berbi xebatekî mezin diçûn bi şêwazekî bi hovane ji aliyê bi kirgirên dewletê ve hatin jehrkirin.”
Cawît herî dawî anî ziman ku, “Em salvegera şehîdbûna hevalên 9’ê Gulanê û di kesayet wan de tevahî hevalên şehîd ên di vê mehê de şehîd ketine fedaiyên gel û tevahî şehîdên şoreşê carêke din bibîrtînin û em bejna xwe li hemberî wan ditewînin. Em soz didin wan hevalên şehîd û qehramanên ku li zîndanên rejîma Îranê berxwedanek mezin pêşxistin em careke din soz didin ku, heta dilopa xwîna me ya dawiyê, heta nefesa dawî yê em dê pê şopa wan biçin. Hêvîyên wan, biryarê wan em dê pêk bînin. Em dê hewl bidin heta dawî ye layîqe wan şehîdan û têkoşîna Rêber Apo bin. Em di dawî yê de sersaxiyê li hemû gelê Kurd, li hemû hevalên gerîla dikin û em dibêjin şehîd namirin. “
Gerîllayan bi şiyara şehîd namirin, bijî Serok Apo merasim dawî bû. Piştî merasimê Endamê koordinasyonê PJAK Rêzan Cawît civînek di derbarê şehîdên vê mehê de çêkir û balkişan ser têkoşîa wan.