Li Qeladizê kampanya komkirina îmzeyan

Li Qeladizê kampanya komkirina îmzeyan

Kampanya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî hatiye destpêkirin, li Başûrê Kurdistanê her roja ku diçe berfihre dibe. Li navçeya Qeladizê ya Silêmaniyê jî heya niha 30 hezar îmze hatine komkirin.

kampanya îmzeyan ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî di bin pêşengtiya Rêxistina Jinên Azadîxwaz yên Kurdistanê û Hemwelatiyên Azad û Yeksan ve hatî destpêkirin, her roja ku diçe berfireh dibe. Heya niha navçeya Qeladizê ya Silêmaniyê 30 hezar îmze hatin berhevkirin. Li navçeya Ranya 60 hezar, Diyana 7 hezar, Çoman 3 hezar û binarê Qendîl 2600 îmze hatine komkirin.