Li Qamişlo ji bo azadiya Ocalan komkirina îmzeyan destpêkir
Li Qamişlo ji bo azadiya Ocalan komkirina îmzeyan destpêkir
Li Qamişlo ji bo azadiya Ocalan komkirina îmzeyan destpêkir
Li bajarê Qamişlo kampaniya berhev kirina îmzeyan ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan destpê kir.
Piştî ku Însiyatîfa Azadiya Ocalan li Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê derbarê berhev kirina îmzeyan ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyek da, li bajarê Qamişlo bi beşdariya sedan ji welatiyên bajêr kampaniya berhev kirina îmzeyan destpê kir. Di nav kesên ku îmze kirine de Endamên Desteya Bilind a Kurd jî hebûn.
Endamên Înisiyatîfê dane zanîn ku, ew dê li hemû taxên bajarê Qamişlo navendên komkirina îmzeyan vekin. Kampnaya dê ji 20’ê Gulanê heya 15’ê Îlonê berdewam bike û armanc jî komkirina milyonek û 300 hezare.
Hemû lîsteyên îmzeyan dê werin komkirin û ji bo YE’yê û hemû rêxistinên mafên mirovan werin şandin. Ji bo îmzeyan divê kesê îmze bike temenê xwe 14 sal derbaz kiribe.