Li Qamişlo êrîşên komên çete hatin şermezar kirin
Li Qamişlo êrîşên komên çete hatin şermezar kirin
Li Qamişlo êrîşên komên çete hatin şermezar kirin
Li Qamişlo bi sedan kes bi armanca şermezar kirina êrîşên li ser herêmên Rojavayê Kurdistanê mîtîng li dar xistin.
Bi armanca şerezar kirina êrîşên komên çekdar ên Artêşa Azad li ser herêmên bi sedan kes ji endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger, Tevgera Çand û Hunerê ya Demokratîk, Dayîkên Aşîtiyê, Ciwanên PYD û endamên Meclisa Gel a Qamişlo li ber Medînet Elşebab a Qamişlo hatin cem hev. Di mitîngê de astengiyên hêzên rejîma Baas ên li Qamoşlo jî hatin şermezar kirin.
Di mîtingê de siloganên dilsoziya bi şervanên Yekîneyên parastina Gel (YPG) ên li Efrîn, Serêkaniyê û Til Temir silavkirin. Her wiha pankartên li ser nivîsî bûn “Em berxwedana YPG᾿ê li Efrîn, Kobanê, Serêkaniyê û Til Temir silav dikin”, “ Heger ku diniya di riwê me de sekinî em ê bi serkevin”. Di mîtingê de hate diyar kirin ku êrîşên li ser Rojavayê Kurdistanê yên dawî ji êrîşên Çapemeniy ên Hevgirtina Siyasî û girtina deriyê sînor ê Sêmalka ji aliyê Başûrê Kurdistanê û belavkirina pêşmergeyan li ser sînorê Başûrê Kurdistanê bi çekên giran û êrîşên komên çekdar ên hevgirtina siyasî tevî komên çekdar ên Îslamî (selefî) li ser herêmên Rojavayê Kurdistanê dom kir.
Di mîtingê de Endama Yekîtiya Star Jînda Mihemed li ser rewşa Rojavayê Kuridistanê axivî û bal kişand ser planên li dijî gelê Kurd têne kirin. Mihemed da zanîn ku, gelê Kurd dê xwe bike mertalên zindî, destkeftî û herêmên xwe biprêzin.
Mihemed destnîşan kir ku, hêzên hene ku li pişt êrîşên Rojavayê Kuridstanê disekinin û diyar kir ku, gelê Kurd dê van êrîşan bê bersiv nehêle û ev tişt got: “Nîşana berxwedana gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê kampanya berhevkirina îmzeyan e, ji ber ku azadiya Ocalan kilîta çareserkirina pirsgirêkên Rojhilata Navîn e.”
Mitîng bislogana bidawî bû.