Li Pirsûsê ji bo rojnamevanan neçariya akredîtasyonê
Li Pirsûsê ji bo rojnamevanan neçariya akredîtasyonê
Li Pirsûsê ji bo rojnamevanan neçariya akredîtasyonê
Walîtiya Rihayê ji bo rojnamevanên ku zêdetirî du mehan in li ser sînor nûçeyên têkildarî berxwedana Kobanê çêdikin, biryara neçariya akredîtasyonê da. Piştî ku rojnamevan îmze didin, di kartên danasînê yên rojnamevanan de nivîsa “Hûn berpirsê ewlekariya canî” bi xwe berpirs in nivîsandine.
Walitiya Rihayê ji bo rojnamevanên ku bi mehan in berxwedana Kobanê û êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li dijî Kobanê dikin nûçe, biryara akredîtasyona neçarî da. Rojnamevanên ku kartên wan ên zer tune bin, rojnameyên ku kartên Midûriyeta Giştî ya Çapemenî-Enformasyonê hilnegirtin nikarin bixebitin.
Piştî ku rojnamevan îmze didin, di kartên danasînê yên bi zimanê Kurdî, Îngilîzî û Tirkî yên rojnamevanan de nivîsa “Hûn berpirsê ewlekariya canê xwe ne, bi xwe berpirs in" nivîsandine didin rojnamevanan.
ÇETEYÊN DAIŞ’Ê XWE KAŞ KIRIN Û SÎNOR DERBAS KIRIN
Her wiha, hate ragihandin ku li qada gumrikê ya li Kobanê çeteyên DAIŞ’ê ji aliyê Tirkiyeyê ve xwe kaş kirin û di deriyê sînor ê Murşîtpinarê re derbasî Kobanê bûne. Li gorî agahiyên şahidan dane, leşkerên Tirk bi wesayîtên xwe yên zirxî ve, her tim li ser xeta sînor radiwestin û çeteyên DAIŞ’ê pêşî ji aliyê din ê sînor ve xwe kaş dikin û piştî ku wesayît ji aliyê Tirkiyeyê di derî re derbas bû teqîneke mezin pêk hat.