Li Pirsûsê hêjmara binçavkirina bû 5

Li Pirsûsê hêjmara binçavkirina bû 5

Hate hînbûn ku, li gel Alîkarê Şaredarê BDP’a Pirsûsê Ekrem Polatsoy zarokên meta wî Vedat û Ferman Demîrok hatine binçavkirin. Li gel vê hêjmara kesên hatine binçavkirin bû 5.

Piştî ku li ber avahiya Şaredariyê Alîkarê Şaredarê BDP’a Pirsûsê Ekrem Polatsoy û birayê wî Serhat Polatsoy hatin binçavkirin, endamên Meclisa Şaredariya BDP’ê Muslim Halhallli jî li mala xwe ya li Pirsûsê hatibû binçavkirin. Di demjimêrên şeva din de jî leşkerên ku di ser gundê Şewrêya Biçûk de girtin zarokên meta Polatsoy birayên Vedat û Ferman Demîrok binçavkirin. Hate diyarkirin ku, Polatsoy û 4 kesên din li Midûriyeta Polîsan ya Rihayê û ji ber ku li ser dosyayê biryara nepenî heye sedemê binçavkirinê nayê zanîn.