Li Pirsûsê 6 kes hatin girtin
Li Pirsûsê 6 kes hatin girtin
Li Pirsûsê 6 kes hatin girtin
Alîkarê Şaredarê BDP’ê Ekrem Polatsoy û 5 kes yên hatine binçavkirin, hatin girtin.
Di rojên borî de li Pirsûsê Alîkarê Şaredarê BDP’ê yê Pirsûsê Ekrem Polatsoy û birayê wî Serhat Polatsoy, endamê meclisa şaredariyê Muslim Halhalli, Ahmet Geçgel, Dogan Saygi û Şahîn Tanrikulu hatin binçavkirin, piştî îfadeyên li Midûriyeta Polîsan ya Rihayê şandin Edliyeya Pirsûsê. 6 kesên ku îfade dan dozgeriyê bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” û “madeyê teqemeniyê peyda kiriye û ji bo rêxistina dervey zagonî muhîmat peyda kirin” bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kirin. 6 kesên ku li dadgeha nobedar îfade dan, biryara girtinê dan û şandin Girtîgeha Tîpa E ya Rihayê.