Li Pîranê polîs û leşkeran êrîşî konê berxwedanê kir

Li Pîranê polîs û leşkeran êrîşî konê berxwedanê kir

Li navçeya Pîran a Amedê duh li dijî êrîşa li dijî goristana aîdî gerîlayên ARGK û HPG’ê gel kon vekiribû û duh di nîvê şevê de polîsên tevgera taybet û leşkeran êrîşê kon kirin. Konê berxwedanê ji cih hat rakirin û mirov jî hatin derbkirin.

Şehîdgeha Şêx Saîd a li gundê Preman a li navçeya Pîrana Amedê rojek berê wê vekirina wê pêk bihatana û ji aliyê leşker û polîsan ve hat astengkirin. Duh êvarê li dijî êrîşeke heyî gel kon veda û  leşker û polîsan êrîşê konê berxwedanê kir.

Polîsên tevgera taybet û leşker saet di 03.00’an de hatin herêmê û kesên nobet digirtin derb kirin. Piştre jî kon hatin rakirin.

Piştre jî gel ji wir dûr xistin û piştî re jî li herêmê operasyon dan destpêkirin. Hat hînbûn ku operasyon hê didome.