Li Perû hawirdorparêz ji bo Amazonê têdikoş in

Li Perû, roja Çarşemê li dijî xebatên kargeheke petrolê ya li Arjantînê xwepêşandanek hat lidarxistin. Di çalakiyê de herî kêm xwepêşandêrekî jiyana xwe ji dest da, 22 kes jî birîndar bûn.

Li Perû, roja Çarşemê li dijî xebatên kargeheke petrolê ya li Arjantînê xwepêşandanek hat  lidarxistin. Di çalakiyê de herî kêm xwepêşandêrekî jiyana xwe ji dest da, 22 kes jî birîndar bûn.

Li bajarokê Perû Pîchanakî, ji bo kargeha petrolê ya Arjantînî Plûspetrol xebatên xwe yên li Amazonê bisekinîne, komek ji hawirdorparêzan xwepêşandanek lidar xist. Di navbera xwepêşandêr û polîsan de pevçûn derket.

Di pevçûnan de hawirdorparêzekî 25 salî, bi guleyê hat qetilkirin. Wezareta Karên Hundir a Perûyê îdîa kir polîsan bi tenê gaza çavan dişewitîne bikar aniye, organîzatorên xwepêşandanê jî îdîa kir ku polîs gule berdaye.

Personelê tenduristiyê jî piştrast kir ku hawirdorparêzê 25 salî bi guleyê hatiye kuştin.

Çalakvan di wê baweriyê de ne ku xebatên petrolê yên Plûspetrol a Arjantînî wê xisarên mayînde li ax û çemên herêmê bike û bang li hikûmetê dikin ku xebatên lêgerîna petrolê yên kargeha Arjantînî bisekinîne.

Kargeha petrolê ya Arjantînî diyar kir ku ew ji ber bûyerên şîdetê yên qewimîne xemgîn in û amade ne bi aktîvîstên hawirdorparêziyê re li hev bikin. Lê belê hawirdorparêz pêşniyara kargehê ya li hev kirinê red dikin.

Welatê Başûrê Amerîkayê Perû ku ji aliyê çavkaniyên petrol û gaza xwezayî ve dewlemend e, gelek caan di navbera hêzên ewlekariyê û hawirdorparêzên gumana tinebûna çavkaniyên xwezayî yên welêt dikin de pevçûn diqewimin.