Li Parîsê meşa "em edaletê dixwazin"
Li Parîsê meşa "em edaletê dixwazin"
Li Parîsê meşa "em edaletê dixwazin"
Li Parîsê bi armanca eşkerekirina kujerên ji damezrînerên PKK'ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK'ê ya Parîsê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez, meşek bi navê "Em edaletê dixwazin" hate lidarxistin.
Nêzî 100 Kurdistanî îro ji ber Akademiya Çand û Hunerê ya Kurdistanê dest bi meşê kirin. Di meşê de dirûşmên "Em hemû Sakîne ne", "Em hemû Fîdan in", "Em hemû Leyla ne" hatin qêrîn û pankarta bi nivîsa "127 roj derbas bûn, em li benda rastiyê ne, berpirsyaran bibînin" hat hilgirtin.
Kurdistanî heta ber Buroya Enformasyona Kurdistanê ya li 147 Rue Lafayatte, ku komkujî lê çê bû meşiyan, lê li astengiya polêsan rast hatin. Polêsên Fransayê bêyî sedemekê nîşan bide, pêşiya Buroya Enformasyonê girtin. Li dû hevdîtinan pêşiya buroyê ji bo çalakiya rûniştinê hat vekirin.
Li pêşiya Buroya Enformasyonê ya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin û belavokên bi sernivîsa "Di ser komkujiya Parîsê re 127 roj derbas bûn, rayedar hînê daxuyaniyek nedane" bi zimanê Fransî hat xwendin. Li dû axaftinan çalakî bi dirûşman bi dawî bû.