Li Okyanûsan 1500 ruhberên nû hatin tespîtkirin
Li gorî lêkolîneke zanyaran, di sala 2014'an de li okyanûsan bi qasî 1500 ruhberên nû hatine tespîtkirin.

Pisporên navenda qeydê ya global a cureyên deryayê, ku navenda wê li Belçîkayê ye "World Register of Marine Species" (WoRMS) heta niha li deryayên cîhanê, bi giştî 228 hezar 450 ruhber qeyd kirin.
Pispor texmîn dikin ku hînê ji 500 hezar heta 2 mîlyon cureyê ruhberan, nehatine qeydkirin.
Hevserokê navenda qeydê Jan Mees got, "Deryayên kûr baş nehatine keşifkirin. Gelek celeb, ji ber qirêjî, guherîna avhewayê û asîtbûyînê, berî aşkera bibin, tine dibin."
Lêkolîneran di sala 2014'an de 1451 ruhberên nû yên deryayê tespît kirin. Ji sala 2008'an dema destpêkirina projeya navenda qeyd3e û vir ve bi qasî hezar cureyên nû yên masiyan hatin keşifkirin. Niha bi giştî 18 hezar celebê masiyan tê zanîn.