Li Nûrtepe şahiya "Avakirina Jiyana Azad û Rizgariya Demokratîk"

Li Nûrtepe şahiya "Avakirina Jiyana Azad û Rizgariya Demokratîk"

Meclîsa Gel a Kagithaneyê, bi şiyara "Avakirina Jiyana Azad û Rizgariya Demokratîk" şahiyek gel hat lidarxistin.

Meclîsa Gel a navçeya Stenbol Kagithane bi şiyara "Avakirina Jiyana Azad û Rizgariya Demokratîk" li taxa Nûrtepeyê li Tesîsên Sporê yên Şaredariya Navçeyê şahiya gel lidar xist. Şahî bi beşdariya sedan welatiyan pêk hat û bi deqeyeke rêzgirtinê û sirûdan destpê kir.

Hunermend Îdrîs Demîr, Koma Rênas ên ser bi Navenda Çand û Hunerê ya Arzela û hunermend Şervan ê ser bi Komeleya Çanda Med derketin ser dikê û hunera xwe pêşkêş kirin. Şahî heta saetên dereng bi gerandina govendê dewam kir.