Li Nîjeryayê 36 wargeh ji Boko Haram hatin rizgarkirin

Li Nîjeryayê, di operasyona hevpar a bi artêşên Çad û Nîjerê re li dijî Boko Haram tê meşandin de, 36 wargeh hatin rizgarkirin.

Li Nîjeryayê, di operasyona hevpar a bi artêşên Çad û Nîjerê re li dijî Boko Haram tê meşandin de, 36 wargeh hatin rizgarkirin.

Di daxuyaniya hikûmeta Nîjerya de hat ragihandin ku di êrîşên ji meha Sibatê û vir ve li hemberî Boko Haram tên kirin de 36 wargeh hatine rizgarkirin.

Berdevkê yekîneya ewlekariyê ya Hikûmeta Nîjeryayê Mîke Omerî diyar kir ku 4 wargeh ji 6'ê Adarê û vir ve hatine azadkirin. Di nava van bajaran de bajarê Bûnû Yadî yê li eyaleta Yobe jî heye. Li vî bajarî di Sibata sala 2014'an de 40 xwendekar hatibûn qetilkirin. Bajar ji Tebaxa 2014'an û vir ve di bin kontrola Boko Haram de bû.

Li herêmên bakur ên Nîjeryayê ku Boko Haram ji sala 2014'an û vir ve bi temamî xist bin kontrola xwe, sê bajar di nava demeke kurt a hefteyekê de ji aliyê artêşê ve hatin kontrolkirin.

Omerî da zanîn ku ev serketina li hemberî Boko Haram di encama hevkariya welatên cîran Kamerûn, Çad û Nîjerê de bi dest ketiye.

Omerî got, "Em hêvîdar in hevkariya herêmê wê heta paqijkirina herêmê bi temamî ji Boko Haram, dewam bike."

Serokê Rêxistina Îstîxbaratê ya Nîjeryayê Ayodele Oke jî li paytexta DYA Washingtonê di axaftina xwe ya ji bo şefên servîsên îstîxbaratê yên Atlantic Counsil de got, "Em hêvîdarin ku hevkariya herêmê wê heta paqijbûna herêmê bi temamî ji Boko Haram, dewam bike."

Oke anî ziman ku di nava çend hefteyan de Boko Haram wê bikeve rewşeke welê ku nekar karibe li herêmê ti deverê kontrol bike.