Li Nîjer çalakiya 'Boko Haram heram e'
Li paytexta Nîjer Nîamey bi hezaran kes li hember rêxistina hovîtiyê Boko Haram derketin kolanan.
Li paytexta Nîjer Nîamey bi hezaran kes li hember rêxistina hovîtiyê Boko Haram derketin kolanan.
Li paytexta Nîjer Nîamey bi hezaran kes li hember rêxistina hovîtiyê Boko Haram derketin kolanan.
Bi hezaran kesên li navenda bajêr kom bûn, bi qasî 3 kîlometreyan ber bi Parlamentoyê ve meşiyan. Di meşa bi dirûşma, "Boko Haram heram e", li ser rêya meşê tevayî dikandaran dikanên xwe girtin.
Di pankartên hatin vekirin, Boko Haram wek dijminê Îslamê hat ragihandin û hat destnîşankirin ku ji bo jiholêrakirina wê piştgiriya gelê Nîjer a ji bo hêzên ewlekariyê tam e.
Di meşê de dowîzên, "Em hemû li hember Boko Haram bûn yek" û "Artêşa me rûmeta me ye" hatin hilgirtin.
Herêma Dîffa a li başûrêrojhilatê Nîjer a bi Nîjerya re sînor e, deh roj in rastî êrîşên dijwar ên Boko Haram tên.
Li Nîjer a ji sedî 90’ê niştecihên wê Misliman in, hikûmeta koalîsyonê ya Nîjer, bang kiribû îro li tevayî welêt gel derkeve kolanan û Boko Haram şermezar bike.
Parlamentoya Nîjer, 9’ê Sibatê biryara ji bo artêşa neteweyî tevlî hêza herêmî bibe û biçe Nîjerya li hember Boko Haram şer bike erê kiribû. Beriya erêkirina biryarê bi 3 rojan Boko Haram yekemîn car êrîşî Nîjer kiribû.