Li nêzî qereqola Şitazin teqîn: Zarokek giran birîndar bû
Li nêzî qereqola Şitazin teqîn: Zarokek giran birîndar bû
Li nêzî qereqola Şitazin teqîn: Zarokek giran birîndar bû
Li gundê Şitazin yê girêdayî navçeya Gever ya Colemêrgê zarokê binavê Îbrahîm Kartal (17) dema ku li derdora qereqolê pezê xwe diçerand mayîn pêve teqiya û giran birîndar bû.
Zarokê binavê Îbrahîm Kartal yê 17 salî ku li derdora Qereqola Şitazin ya gundê Şitazin pez diçerandin, cismê ku hate gotin mayîne teqiya û giran birîndar bû. Kartal ku mudaxeleya destpêkê li Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê hate kirin, hate hînbûn ku piştre rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê.
Têkildarî bûyerê Serdozgeriya Komarê ya Geverê hûrkolîn da destpêkirin. Hat hînbûn ku, Kartalê ji bedena xwe giran birîndarbû di beşa çavdêriyê de tê girtin.