Li nexweşxaneyeke DYA ji ber vîrusê 2 kes mirin

Hat ragihandin ku li nexweşxaneyeke perwerdeyê ya li Los Angeles a DYA, 7 nexweş rastî bakteriyeke li hember antîbiyotîkan berxwedêr hatine, ji wan 2 kesan jiyana xwe ji dest daye.

Hat ragihandin ku li nexweşxaneyeke perwerdeyê ya li Los Angeles a DYA, 7 nexweş rastî bakteriyeke li hember antîbiyotîkan berxwedêr hatine, ji wan 2 kesan jiyana xwe ji dest daye.

Hat diyarkirin ku 179 nexweşên li Navenda Tibê ya UCLA ya Ronald Reagan di navbera meha Cotmeh-Çileyê de endoskopiya wan hatiye kirin, ji ber alavên hatine bikaranîn rastî bakteriyê hatine, ji wan du kesan jiyana xwe ji dest daye.

Hat diyarkirin ku, bakterî “faktoreke" ku mirina wan kesan hêsan kiriyê.

Hatibû ragihandin ku li bajarê Seattle Navenda Tibê ya Vîrgînîa Mason mehra buhrî, dîsa di dema endoskopî de 35 kes rastî bakteriya li hember antîbiyotîkan berxwedêr, hatibûn û ji wan 11 kesan jiyana xwe ji dest dabû. Hatibû aşkerakirin ku nehatiye zanîn di mirina wan kesan de rola bakteriyê heye yan na.