Li Necefê teqîn: 7 kesan jiyana xwe ji dest dan

Li Necefê li depoyeke çek û cebilxaneyan a hêzên Heşdî Şebî teqînekê rû da. Hate ragihandin ku 7 kesan jiyana xwe ji dest dane, 5 kes jî birîndar bûne.

Li gorî nûçeya ajansa Rojnewsê, beriya li parêzgeha Necefê ya Iraqê, li depoya çek û cebilxaneyan a hêzên Heşdî Şeibî ya li Seraye Selamî teqînek pêk hat.

Hate ragihandin ku di encama teqînê de heta niha 7 kesan jiyana xwe ji dest dan û 5 kes jî birîndar bûn.

Têkildarî sedema teqînê agahî bi dest neketin.