Li Moskowayê ji bo azadiya Ocalan kampanya îmzeyan

Li Moskowayê ji bo azadiya Ocalan kampanya îmzeyan

Kampanya îmzeyan a bi armanca azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dewam dike. Kurdistaniyên li paytexta Rûsya Moskowayê dijîn, ji bo balê bikşînin ser vê mijarê dest bi berhevkirina îmzeyan kirin.

Kurdistaniyên li paytexta Federasyona Rûsyayê Moskowayê  dijîn,  ji bo pişgirî bidin kampanya îmzeyan a ku bi daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê birêveribin  û bala gelên cûda bikişînin ser vê mijarê îro li meydana VDNX dest bi berhevkirina îmzeya kirin. Di dezgeha îmzeyan de, pirtûkên parêznameya Ocalan jî hatin belavkirin. Gelên li Moskowayê dijîn bi eleqeyek mezin beşdarî kampanyayê bûn û îmzeyê xwe bikar anîn.

Kampanya ku di bin însiyatifa rêxistinên Kurd yê li Federesyona Rûsyayê hatiye despêkirin dê li hemû bajaran dewam bike.