Li Misrê her du rojnamevanên girtî yên El Cezîre hatin berdan
Du nûçegihanên televîzyona El Cezîre yên bi sûcdariya destekkirina muxalefeta Îslamî hatibûn girtin, ji girtîgehê derketin.

Rojnamevanî Kanadayî Muhammed Fahmî û hempîşeyî wî yê Misrî Bahîr Muhammed, li dadgeha asliye 7 sal û 10 meh ceza girtibûn.
Piştî dadgeheke din biryar xera kir, her du rojnamevan bi şert hatin tehliyekirin.
Fehmî, bi 29 hezar Euro kefaletê ku serbest hat berdan, rojnamevanê Misrî Muhammed piştî soz da wê tevlî rûniştina doza ji nû ve pêk were bibe hat berdan. Doza her du rojnamevanan wê 23’yê Sibatê pêk bê.
Sêyemîn rojnamevanê girtî yê El Cezîre Peter Greste yê Awûstralyayî ku li Misrê hatibû girtin serê meha Sibatê vegeriyabû mala xwe.